Endamên TJK-E yê wê çalakiya nobedê ya Azadî ji Ocalan re, dewam bikin

Çalakiya li pêşiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê ya ku ji bo azadiya Rêberê Abdullah Ocalan di 12’ê Cotmehê de hatibû destpêkirin dewam dike. Çalakî ji aliyê endamên Tevgera Jinên Kurd-Ewropa ve hat dewr girtin.

Ev çalakîya ku di çarçoveya pêngava KCK’ê ya di 12’ê Îlonê de hatibû destpêkirin.

Di hefteya pêşîn de nûnerên pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk (DGB) û saziyên bîr û baweriyê di çalakiyê de cih girtibûn.

Çalakgerên TJK-E’yê wê di hefteya duyemîn a çalakiyê de li ser ‘Qirkirina li ser jinan, têkoşîna jinên azad, îdeolojiya rizgariyê ya jinan’ semîneran lidarbixin.

Çalakiya rûniştinê tevî çalakiya Nobeta Azadî ji Ocalan re tê kirin ku ew jî di hefteya 435’an de didome.

Back to top button