Rêxistinên Mafên Mirovan li dijî sûcên şer daxuyanî dan

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê û Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinan, li dijî dagirkerî û êrîşên li ser axa Sûriyê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li ber navenda NY’î ya bajarê Qamişlo bi tevlîbûna jinên rêxistnên mafê mirovan, hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, beriya 3 salan dewleta tirk û çeteyên xwe êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Di encama êrîşan de gel neçarî koçberiyê bûn û di nava kampên koçberan de bi cih bûn.

Her du rêxistinên navborî bang li civaka navneteweyî kirin ku bi erkên xwe rabin û di derbarê sûcên şer ên di derheqê mirovan de ji aliyê dewleta tirk ve hatine kirin lêpirsîn bikin.

Piştî daxuyaniyê Rêxistina Mafê Mirovan û Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê, rapora xwe ya li ser êrîş û koçberiyê radestî Navenda NY’î kirin.

Back to top button