SOHR: Artêşa tirk amadekariya vekişînê ji herêmên di bin dorpêçê de dike

Li gundên Hema û Idilbê, Artêşa Tirk ya dagirker amadekariya vekişînê ji hemû nuqteyên ku hêzên hikumeta Şamê dorpêç kirine, dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku artêşa Tirk ya dagirker amadekariya vekişînê ji nuqteyên xwe yên li deverên di bin kontrola hêzên hukumeta Şamê li Hema û gundewarê Idlibê dike.

Çavdêriyê da zanîn ku li gorî peymana Rûs-Tirkan, artêşa dagirker amadekariya vekişandina ji van nuqteyan dike.

Her wiha artêşa Tirk hêzên xwe li Cebel Zawiyê zêde kirine û karwanekî leşkerî derbasî herêma Cozif a Cebel Zawiyê kir.

Hêzên hikumeta Şamê li Cebel El-Zawiyê nuqteyên çeteyan topbaran kir

li aliyê din çavdêriyê ragihand ku îro, hêzên hikumeta Şamê, nuqteya çeteyên li bajarok û gundên Cebel El- Zawiyê yên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Di heman demê de jî çeteyên dewleta Tirk bi moşekan nuqteyên li derdora El-Meşerî ya rojavayê Hemayê yên hêzên hikumeta Şamê topbaran kirin.

Back to top button