Serokê odeya bazirganiya Siûdî: Em nema berhemên Tirkiyê dikirin

Ev demeke di serî de li Erebistana Siûdî, li gelek welatan kampanyaya boykotkirina malên Tirk ya bi dirûşmeya “Bêhna xwînê ji kelûpelên Tirkiyê tê” hatiye destpêkirin û ev kampanya roj bi ro mezintir dibe.
Serokê Meclisa Odeyên Bazirganiyê ya Erebistana Siûdî Eclan El-Eclan jî piştgirî da pêngavê.
El-Eclan diyar kir ku pêngava boykotkirina kel û pelên dewleta Tirk helwesteke exlaqî ye û bang li hemû bazirganên ereb kir ku tevlê kampanyayê bibin.

Ji ber siyaseta dijminahiyê ya dewleta Tirk, ev demeke gelek welatên Ereb bi slogana “Bêhna xwînê ji kelûpelên Tirkiyê tê” li dijî kelûpelên Tirkiyê pêngaveke boykotê dane destpêkirin.

Her ku diçe beşdariya vê kampanyayê zêdetir dibe.

Piştî Siûdiyê, Misir û Tûnisê, gelek dewletên nû jî, weke Yûnanistan, Qibris, Mexrib, Îmarat, Lîbya û Ermenistan tev li boykottkirina kelûpelên Tirk bûn.

Navend û sûkên bazirganiyê yên Erebistana Siûdî yên herî mezin beşdarî kampanyayê bûn.

Sazî û şîrketên bazirganî û endustirî yên cihêreng dixebitin, tevlêbûna xwe ya nava kampanyayên boykotkirina kelûpelên Tirkiyê ragihandin.

Şîrketên ku beriya du rojan tev li kampanyayê bûne ev in;

“Mobilya El-Ebidulatîf”, “Sûkên nîştimanî”, ” Koma Qefarî ya kelûpelên malê”, “Sûkên Temîmî”, “Sûkên Abdullah El-Esîm”, “Sûkên Estra” û “Danob”.

Serokê Meclisa Odeyên Bazirganiyê ya Erebistana Siûdî Eclan El-Eclan jî têkildarê pêngavê ji ‘Independent Erebî’ re axivî.

Serokê Odeya Bazirganî ya Erebîstanê boykotkirina kel û pelên dewleta Tirk wek erkeke exlaqî pênase kir û got:

“Ez ê çawa li welatekî ku dijminahiya me dike, milyaran pere lê îstismar bikim?”

Na ji fînansê re, na ji dahatina kelûpelan re û na ji tûrîzmê bi Tirkiyê re.

Ev jî berpirsiyariya her Siûdiyekî ye ku li hember dewleta Tirk bisekine ya ku dijminahiya fermandarî, welat û şêniyên me dike.”

El-Eclan ji ‘Independent Erebî’ re destnîşan kir ku wî hemû têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi dewleta Tirk re qut kiriye.

El-Eclan bang hemû bazirganên ereb kir ku tevlê kampanyayê bibin.

Her wiha ragihandina Tirkiyê jî axaftinên Serokê Meclisa Odeyên Bazirganiyê ya Erebistana Siûdî piştras kir û diyar kir ku 8 şîrketên mezin ê Erebîstanê bazirganiya xwe ya bi tirkiyê re rawestandine.

Dewsa şîrketên Tirk berê xwe dane şîrketên Yewnanistanê.

Back to top button