Di saetên êvarê de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, sê caran navenda gundê Rejuwkeryan a li Binarê Qendîlê bombebaran kirin.
Vê êvarê di saet 18:00’an de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker piştî demek bi ser asîmanê Binarê Qendîlê firiyan, sê caran navenda gundê Rejuwkeryan a Binarê Qendîlê bombebaran kirin.
Têkildarî ziyanên di encama êrişê de çêbûne zanyariyên zelal bi dest neketine.