Meclisên Gel û Tevgera Jin a Şengalê: Divê îradeya Êzdiyan were naskirin

Meclisa Gel a Şengalê û Meclisa Tevgera jin a Şengalê dijberiya xwe ya derbarê peymanên dijî îradeya gelê Şengalê anîn ziman.

Meclisa Gel a Şengalê û Meclisa Tevgera jin a Şengalê derbarê peyamana Bexda-Hewlêrê de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de tifaqa navbera Hewlêr û Bexda weke berdewame fermana 2014’an û nenaskirina îradeya civaka Êzidî hat binavkirin.

Hat gotin ku pêwîst bû hikûmeta Iraqê ji bo doza Şengalê li şûna hikumeta Başûrê Kurdistanê, tifaq bi civaka Êzidî re pêk anîba.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku ew îradeya civaka Êzidî nas bike û bi rê û rêbazên siyasî pirsgirêk çareser bibin.

Back to top button