Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef topbaranên dewleta Tirk ên 2 rojên borî yên li dijî herêmê şermezar kirin.
Di encama topbarana bêserûber a dewleta Tirk a roja Înê ya li dijî navçeya Eyn Îsa zarokê bi navê Hatim Zêdan şehîd bû.
Duh jî leşkerên dewleta Tirk şêniyê bi navê Mihemed Silêman ê ku pezê xwe li gundê Tirwaziyê ya girêdayî kantona Girê Spî diçêrand li nêzî rêya M4 kuşt.
Derbarê van êrîşan de Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef axivî û ev êrîşên Tirkiyê şermezar kirin.
Riyad Xelef da zanîn ku ev sûc û êriş li pêş çavên tevahî cîhanê pêk tên, bi taybet li pêş çavên Rûsyaya garantor ku agirbestê dişopîne.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef got:
“QSD li hember tevahî qanûn û peymanên navnetewî rêzdar e, her wiha li gorî agirbestê tevdigere.
Lê belê çi êrîşek li ser herêmê pêk tê bersiva wê dide.”