Danûstandinên Lîbî-Lîbî li Cinêvê dest pê kir

Danûstandinên her du şandeyên Lîbî, bi beşdariya şandeya NY bo Lîbyayê, li bajarê Cinêvê dest pê kir û dê 5 rojan dewam bikin.
Mismarî jî dibêje, dewleta Tirk şandina çek û çeteyan bo Lîbyayê ranewestandiye û ev yek, çareserkirina aloziya Lîbî asteng dike.

Li bajarê Cinêv ê Swîsreyê, duh danûstandinên leşkerî navbera şandeya artêşa niştimanî ya Lîbî û hikumeta Wîfaqê, di bin çavdêriya şandeya NY de dest pê kir.

Ev civîn wê bi beşdariya seroka şandeya NY Stephanie Williams, heta 24 Cotmehê dewam bikin.

Şandeyê diyar kir ku di vê civînê de wê mijarên ewlekarî, aborî û siyasî werin destgirtin, her wiha wê li ser rawestandina mayînde ya şer li seranserî Lîbyayê, were xebitandin.

Hemwextî van civînan, serokê hikumeta Wafaqê Fayiz Serac serdana Tirkiyê dike, Xelîfe Hefter jî gera xwe ya li Ewropayê, ku tê de serdana Fransayê jî kiribû, bi dawî kir.

Mismarî: Dewleta Tirk hîna çek û çeteyan dişîne Lîbyayê

Girêdayî heman mijarê, berdevkê artêşa niştimanî Ehmed El-Mismarî ragihand ku Tirkiye şandina çek û çeteyan bi tibabên mezin, tevî bi hezaran leşker û efserên Tirk, bo Lîbyayê dewam dike.

Mismarî diyar kir ku geştên asmanî yên Tirkî bo Lîbyayê, ji berya 2 mehan ve ranewestiyan e û rojane balafirên leşkerî yên artêşa Tirk ku bi alavên leşkerî yên pêşketî û çekan barkirî ne, li rojavayê Lîbyayê datînin.

Berdevkê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî, ev tevgera dewleta Tirk weke astengiyekê li pêş çareserkirina aloziya Lîbyayê bi nav kir.

Back to top button