Malbatên Dag û Er ji Nêçîrvan Barzanî xwestin ku biryara darvekirina zarokê wan erê neke

Malbatên Mazlum Dag û Abdurrehman Er ku bi îdîaya kuştina berpirsê MÎT’ê li Hewlêrê cezayê îdamê li wan hatiye birîn, nameyek vekirî ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û daxwaz kirin ku ceza erê neke.

Piştî kuştina berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose 17’ê Tîrmeha 2019’an li Hewlêrê, Mazlûm Dag û Abdurrehman Er hatibûn girtin û cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birîn.

Ceza piştre ji aliyê dadgeha bilind a Başûrê Kurdistanê ve hatibû erêkirin.

Lê li gorî qanûnên Başûrê Kurdistanê, ji bo pêkanîna cezayê bidarvekirinê, pêwîst e serokê hikumetê ceza erê bike.

Malbatên Mazlum Dag û Abdurrehman Er jî têkildarî mijarê ji Serokê hikumeta Başûr Nêçîrvan Barzanî re nameyek vekirî şand û daxwazên xwe anîn ziman.

Malbatê di nameya xwe de, daxwaz ji Barzanî kir ku cezayê bidarvekirinê li dijî zarokê wan pêk neynin û gotin;

“Mixabin ji ber ku cezayê bidarvekirinê li Başûrê Kurdistanê heye, em wekî malbat ketine nava guman û xemgîniyek gelekî mezin.

Em vê biryara bidervekirina 2 ciwanên Kurd bi destê Kurdan bi xemgînî pêşwazî dikin.

Hemû dewletên demokratîk û pêşketî di qanûnên xwe de, cezayê bidarvekrinê rakirine.

Çawa Talat paşayê Osmaniyan ji ber ku di komkujiya Ermenan de rol lîstibû, li Berlînê ji aliyê şoreşgerekî Ermen ve hate kuştin.

Dadgeha Berlînê ji ber ku civaka Ermen gelek êş li ser destê Osmaniyan kişandibû, biryara bidarvekirina vê şoreşgerî rawestand û ew ef kir.

Em nabêjin efû bikin, lê herî kêm hûn dikarin ji vê bûyera dîrokî ders bigirin û biryara bidarvekirinê rawestînin.

Dema em kirinên hovane yên dewleta Tirk li Kurdistanê têne meşandin li ber çavan bigirin; li gorî me ev ne bûyereke cezakirina bi cezayê bidarvekirinê ye.

Em wekî malbat nikarin vê rewşê qebûl bikin.

Eger ev biryar were pêkanîn, baweriya gelê Kurd bi maf û edaletê namîne û şikestineke mezin wê di nav dil û mejiyên Kurdan de çêbibe û hestên netewî wê biperçiqin.

Em di vê baweriyê de ne, eger hûn vê biryarê erê nekin û bidin rawestandin hûn ê pêşiyê li rewşeke ku ji biratiya me re bibe ziyan, bigirin.

Ev helwesta we wê mohra xwe li dîroka gelê Kurd bixe.

Bi van hestan em careke din ji we daxwaz dikin ku hûn ceza erê nekin, nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku gelê Kurd û saziyên wan yên edaletê li hemberî îdamê ne.”

Back to top button