Salvegera 3. a rizgarkirina Reqayê

Piştî berxwedaneke dîrokî ku şervanên YPJ’ê û QSD’ê raber kir, 17’ê Cotmeha 2017’an bajarê Reqayê ku DAIŞ’ê kiribû baytexta xwe, hate rizgarkirin. Ji dema bajar rizgar bûye, jin xebatên mezin dimeşînin, astengî û tevahiya cureyên tundiyê yên li dijî wan pêk dihatin, derbas kirine û xeyalên DAIŞ’ê pûç kirine.

2014’an çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir kirin, yekser jin kirin armanca xwe..

Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jinên Êzdî yên di 3yê Tebaxa 2014’an di êrîşên li ser Şengalê de dîl girtibûn, li wir kom kirin.

Wan jinên Êzdî di bin navê sebeye bi darê zorê bi çeteyên xwe re zewicandin.

Bi vî awayî tevahî mafên jinan hatin binpêkirin û bi ser de jî çarşefên reş bi ser bedena wan de berdan.

Lê ev tarîtî di 17’ê Cotmeha 2017’an de dema Hêzên YPJ’ê û QSD’ê bajarê Reqayê rizgar kir, tune bû.

Piştî rizgarkirina bajêr, jinan xwe bi rêxistin kirin, têkoşîn û xebatên xwe yên xwebirêvebirinê misoger kirin.

Di encama xebatên jinan de, meclisa jinan a Reqayê hate damezrandin.

Ev meclis niha weke sîwana bingehîn a hemû jinên Reqayê ye.

Komîteya lihevanînê, perwerde, aborî, şaredar, komîte û komînên taybet girêdayî jinan hatin avakirin

Zêdeyî 5 hezar jin niha cihê xwe di saziyan de girtine.

Ji bo pêşxistina jinan di warê aborî de jî, perwerde hatin dayîn.

Têkildarî mijarê Endama rêveberiya bajarê Reqayê Meryem El-Ebo axivî û got:

Ji bo mezinkirina asta têkoşînê û naskirina asta zanabûna siyasî ya jinan, gelek pêngav û çalakiyên li dijî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên bakurê Sûriyê hatin lidarxistin.

Salvegera rizgarkirina Reqa nimûneyeke şoreşa jinan e

Bi boneya 3. salvegera rizgarkirina Reqayê, jinên bajêr rizgarkirina Reqa pîroz kir.

Fatme El-Hesen got:

“Ev roj ji bo me, şoreşa jinan û şoreşa guhertin û avakirinê ye, Rêber Abdullah Ocalan roleke mezin da jinan.

Wezna El-Ehmed jî, diyar kir ku ev guhertin ji bo jinan destpêkeke nû ye da ku rola xwe bilîze û neteweya demokratîk ji xwe re bike bingeh.

Necah El-Ehmed jî tevahiya şehîdan bi bîr anî û hêvî kir ku hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeriya Tirk rizgar bibe.

Back to top button