Li navenda bajarê Minbicê, mayînek bi erebeyeke sivîl ve teqiya, 5 sivîl birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANHA’yê teqîn li paş dermanxaneya navendî li ber geraca gundên başûr ya li naverasta bajêr rû da.
Di encama teqînê de 5 sivîl birîndar bûn û navê wan wiha ne,
Basil Sayil 15 salî ye, Mihemed Ibadî 40 salî ye, Haîl El-Îsa El-Hemîdî 35 salî ye,
Fadîle El-Îsa El-Hemîdê 50 salî û Emîne Ebdulezîz 40 salî ye.
Li gorî kadroya tenduristiyê ya nexweşxaneya Emel, birîndar têne dermankirin û rewşa wan baş e.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê berê xwe cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kir.