Li kobanê, piştî demek dirêj ava vexwarinê digihêje18 gundên navçeya Qenayê.
Hevserokê Gerînendetiya Avê ya navçeya Qenayê Mehmûd Colbek ragihand ku bi hevkariya Gerînendetiya Giştî ya Avê ya Kantona Kobanê, av gihaştiye 18 gundan.
Gerînendeya Avê ya Qenayê, plan dike ku avê bigihîne gundên din ên xeta rojavayê Kobanê jî.
Welatiyan jî ji ber pêkanîna vê pirojeyê kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ji zehmetiyên peydekirina ava vexwarinê xilas bûn.