Leyla Guven: Pêwîste êdî mîmarê aşitiyê Ocalan azad bibe

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven diyar kir ku pêwîstiya civakê bi aşitiyê heye, divê mîmarê aşitiyê Ocalan azad bibe.

Tevgera Jinên Azad-TJA di çarçoveya kampanya xwe “Em xwe diparêzin” de bi sernavê “Jin tecrîdê nîqaş dikin” li Amedê çalakiya kursiya serbest li dar xist.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û endamên TJA’yê beşdarî çalakiyê bûn.

Leyla Guven diyar kir ku di 40 salên dawî de jinên kurd şoreşek pêk anîne û got:

“Mîmarê vê şoreşê birêz Ocalan e. Tevî tecrîda li Îmraliyê birêz Ocalan di cihek biçûk de jî fikr û raman hilberand û em jin hişyar kirin.

Ocalan tevî tecrîdê jî li ber xwe dide. Dibêje ‘wê qet nikaribin zîhna min teslîm bigirin.

Em ji bajarê Amedê vê berxwedana 22 salan silav dikin.”

Leyla guven diyar kir ku ewê fikrê Ocalan li hemû dinyayê belav bikin û got:

“Pêdiviya vê erdnîgariyê bi aştiyek rûmet heye, divê êdî Ocalan azad bibe”

Back to top button