Balafirên dewleta Tirk gundên Dêrikê bombebaran kirin, 2 sivîl şehîd bûn

Dewleta Tirk ya dagirker bê navber êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.
Balafirên bê mirov ya dewleta Tirk dagirker gundên Dêrikê bombebaran kir di encama êrişê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên bêpîlot ên dewleta Tirk a dagirker îro ber êvarê gundê Mezrî ya Dêrikaberavê ya Dêrikê bombebaran kirin.

Hêzên Asayîşê têdildarî mijarê daxuyaniyek dan û ragihand ku di encama bombebaranê de 2 sivîl hatin kuştin.

Ji saetên sibê de, balafirên bêpîlot ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Dêrikê digeriyan.

Parastina qada hewayî ya Rojava di bin konrola Rusya û Amerîkayê de ye.

Ev her herdu dewletên navborî li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê berpirsiyarin.

Lê van her du dewletan heta niha li dijî êrîşan ti helwestek nîşan nedane.

Back to top button