Swêd wê di civînên navdewletî de desteka siyasî bide Rêveberiya Xweser

Şandeya wezareta derve ya Swêdî di çarçoveya serdanên xwe ji sazî û desteyên Rêveberiya Xweser re serdana Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê kir.

Şande ji aliyê meclisa rêveber a herêma Cizîrê ku navenda wê li navçeya Amûdê ye hat pêşwazîkirin.

Şandeyê li gel hevserokên meclisa rêveber rewşa herêma Cizîrê û bi taybet piştî êrîşên dagirkeriya Tirkî gotûbêj kirin.

Her du aliyan balkişandin li ser êrîşan û rewşa mirovî ku bi bi sed hezaran şêniyên Serê Kaniyê û Girê Spî ji cih û warê xwe koçber bûn.

Hevseroka meclisa rêveber a herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê derbarê serdana nûnerên wezareta derve ya Swêdî de axivî.

Nezîre Gewriyê got ku serdana şandeya Swêdê di çarçoveya berdewamiya têkiliyên her du aliyan bi hev re tê û wiha dewam kir;

Serdana şandeyê bi armanca teqeziya piştgiriya hikûmeta Swêdî ji Rêveberiya Xweser re hem li ser asta siyasî û hem jî li ser asta mirovî tê.

Şandeya Swêdî soza destekdayîna siyasî ji Rêveberiya Xweser re di civînên navdewletî de da.

Back to top button