Aldar Xelîl: ENKS’ê li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî derdikeve

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl derbarê diyaloga Kurdî- Kurdî ji Ronahî TV re axivî û destnîşan kir ku ENKS’ê li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî û Hevseroktiyê derdikeve. Xelîl diyar kir ku piştî serdana dawî ya ENKS’ê bo Tirkiyê, helwesta wê hatiye guhertin û daxwaza nîv-nîv dike.

Ev demeke ji bo yekîtiya Kurdî, PYNK û ENKS’ê di nava danûstandinan de ne.

Hema bibêje, li ser gelek xalan lihevkirin çêbûbû û lêvegera Kurd a bilind ber bi dawiyê ve diçû.

Lê xuya dike, hin alî bi rêya ENKS’ê, dixwazin vê lihevkirinê, vala derxînin û destkeftiyên şoreşê ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibin.

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl ji Ronahî TV re anî ziman ku ENKS’ê li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî û hevserokatiyê derdikeve.

Aldar Xelîl: Sîstema hevserokatiyê encama destkeftiyên şoreşê ye

Aldar Xelîl destnîşan kir ku ENKS’ê ji bo razîkirina dewleta Tirk daxwaza rakirina sîstema hevserokatiyê dike, divê destkeftiyên şoreşê Rojava bên parastin.

Aldar xelîl: ENKS’ê helwesta xwe guhertiye û daxwaza nîv-nîv dike

Xelîl anî ziman ku ENKS’ê niha ew daxwaza nîv-nîv dike, ev yek li dijî demokratiyê ye û neyê qebûlkirin, lewra ev yek gerantorên lihevkirinê jî mat hiştine.

Aldar Xelîl: ENKS’ê li gorî daxwazên hin aliyan tev digere

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê, guhertina helwest û biryarên ENKS’ê bi pêkanîna daxwaz û planên aliyên derve û dijmin ve girêda.

Back to top button