Ermenistan, xistina çend dronên Tirkî li Qerebaxê ragihand

Ermenistanê, xistina çend dronên Tirkî li herêma Qerebaxê ragihand.

Artêşa Ermenistanê duh ragihand ku wan jimarek dronên Tirkî li herêma Qerebaxê anîn xwarê.

Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan jî, îşaret bi hewlesta Kanada ya rawestandina firotina teknolojiya leşkerî bo Tirkiyê kir û bang li civaka navdewletî kir ku heman gavê li dijî Tirkiyê bavêje.

Li gorî raporên navdewletî, ji bo şerê li Qerebaxê, Tirkiye dronên ”Bayrakdar TB2” dide Azerbeycanê.

Dewleta Tirk ji gelek aliyan ve, bi şandina çeteyên Sûrî bo şerê Qerebaxê tê tewanbarkirin û li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan heta niha 119 çeteyên dewleta Tirk li Qerebaxê hatine kuştin.

Back to top button