Rêxistina Kurdistana Bê Cenosîd..Divê Nêçîrvan Barzanî biryara bidarvekirina Dax û Er îzme neke

Rêxistina Kurdistana Bê Cenosîd, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo daxwaziya malbata Mezlûm Dax û Ebdulrehman Er nîşan da û daxwazî ji serokê Başûrê Kurdistanê kir ku biryarê îmze neke.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got:

“Em li gel betalkirina cezayê bidarvekirina hemû mirovan in.

Em daxwazî dikin ku ev biryara dermirovî ya li dijî van her du kesan neyê pêkanîn.”

Piştî kuştina berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose 17’ê Tîrmeha 2019’an li Hewlêrê, Mezlûm Dax û Ebdulrehman Er hatibûn girtin û cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birîn.

Ceza piştre ji aliyê dadgeha bilind a Hewlêrê ya 2. ve hatibû erêkirin.

Lê li gorî qanûnên Başûrê Kurdistanê, ji bo pêkanîna cezayê bidarvekirinê, pêwîst e serokê hikumetê ceza erê bike.

Back to top button