Desteya Tenduristiyê: 153 kesên din nexweş ketin û 8 kes jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 153 kes bi coronayê ketin û 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Desteya Tenduristiyê her wiha eşkere kir ku 11 kes ji vîrûsê baş bûne.

Bi van daneyên herî dawî re, jimara kesên bi vîrûsê ketine dibe 3 hezar û 251 kes, ji wan 103 kesan jiyana xwe ji dest daye û 646 kes jî baş bûne.

Back to top button