Ji bo 10 parlamenterên HDP’ê 25 bîrname hatin amadekirin

Li dijî 10 parlamenterên HDP’î 25 dosyayên ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê, pêşkêşî meclisê hatin kirin.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo perlementerên HDP bigire û bavêje zindanê, derbarê 10 parlementeran de, 25 bîrnameyên nû amade kirin û şandin meclisê.

Her wiha derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz de jî, 5 bîrname hatine amadekirin.

Ji 1’ê Cotmehê û heta niha 61 bîrname der barê parlamenterên HDP’ê de hatine amadekirin û pêşkêşî meclisê hatine kirin.

Back to top button