Aliyan li ser derketina çeteyan ji Lîbya di nava 90 rojî de li hev kir

Aliyên şer ên Lîbyayê danûstandinên xwe yên li bajarê Cinêv yê Siwîsreyê didomînin.
Hat ragihandin ku aliyan li ser gelek mijaran li hev kirine.

Danûstandinên Komîtiya Leşkerî ya Lîbî ya Hevbeş li Cinêvê di roja 3’yan de dewam dikin.

Di van civînan de 5 nûnerên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter û 5 nûnerên Hikûmeta Wîfaqê amade dibin.

Derbarê van diyalogan de, Seroka Şandeya Netewên Yekbûyî ji bo Lîbyayê Stephanie Williams kongreyeke çapemeniyê li dar xist.

Stephanie Williams atmosfera danûstandinên li Cinêvê bi erênî pêşwazî kir û ragihand ku herdu aliyên Lîbî ji bo çareseriya aloziya li welêt li ser çend mijarên li hev kirine.

Stephanie Williams: Aliyên Lîbî li ser gelek mijaran li hev kirin

Williams teqez ku di encamên lihevkirinên nû de, wê riyên bejahî û asîmamî yên hundirê Lîbyayê vebin.

Tê payîn jî ku tevgera balafiran di navbera Terabulsa paytext a bin serweriya Hikûmeta Wîfaqê de ye û bajarê Bengazî ya bin serweriya Artêşa Niştimanî de ye, di dawiya vê mehê de destpê bike.

Her wiha aliyan li ser negurkirina şer li hemû aniyn li hev kir û gavên ji bo misogerkirina domandina berhemdayîna petrolê destnîşan kirin.

Stephanie Williams: Istîfaya El-Serac rêya çareseriyê vedike

Stephanie Williams istîfaya serokê hikûmeta Wîfaqê Fayîz El-Serac ji erkê xwe bi erênê nirxand û got ku divê ev tişt bibe sedema çareseriyê û avakirina hikûmeteke nû demokratîk û hilbijartî.

Seroka Şandeya Netewên Yekbûyî ji bo Lîbyayê Stephanie Williams, di dawiya kongreya çapemniyê de destwerdanên derve di aloziya Lîbyayê de şermezar kir û daxwaz ji wan dewletan kir ku destê xwe ser Lîbyayê rakin.

Back to top button