HPG: Ji hewayî ve derb li artêşa Tirk a dagirker hate xistin

Yekîneyên Parastina Hewayî yên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqoleke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Hate ragihandin gelek dagirker di vê çalakiyê de hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

“Yekîneyên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed, di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê’ de, 20’ê Cotmehê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi amûrên hewayî li dijî Qereqola Girê çalakiyek li dar xistin. Bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin hate xistin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.”

Back to top button