Li Hesekê konferansa damezirandina Komeleya Tîrêjên Azadiyê hat lidarxistin

Bi slogana ” Gazî Siya Parastina Welat e” duh Yekîtiya gaziyên şer li bajarê Hesekê konferansa damezirandina Komeleya Tîrêjên Azadiyê li dar xist.

Konferans li navenda Hêzên Parastina Civakî ya li bajarê Hesekê bi beşdarbûna 159 gaziyên şer pêk hat.

Tê de, endamê hevserokatiya PYD’ê, Aldar Xelîl axivî û lidarxistina konferansa damezrandinê li gelê herêmê pîroz kir

Endamê Meclisa Şehîdan a herêma Hesekê Mehmûd Cewad jî axivî û soz da şehîd û gaziyên şer ku rêya wan bişopînin û li hember dijminê ku dixwaze projeya wan a demokratîk û biratiya gelan têk bibe, bisekinin.

Pişt re rewşa gaziyan û dabînkirina hewcedariyên wan yên tenduristî hat nîqaşkirin.

Konferans bi hilbijartina 9 endaman ji bo temsîlkirina Komeleya Tîrêjên Azadiyê bi dawî bû.

Back to top button