Kuştina plankirî li dijî Aldar Xelîl û Salih Muslim vala hat derxistin

Dewleta Tirk a dagirker ku bi kuştina rêveber û serokeşîrên ereb ve negîhîşt armanca xwe. Vê carê MÎT’a wê, bi rêya sîxurên xwecîhî, li hember Salih Muslim û Aldar Xelîl kuştina plankirî xist meryetê.
Lê Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî bi operasyonek taybet ev yek têk bir û sîxurê erkdarkirî girt.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku şoreşa Rojava têk bibe, hemû rêbazên qirêj xistine meryetê.

Sûcên komkujî, dizî, talanan, revandina sîvîlan û destdirêjî ne bes in, artêşa dagirker vê carê jî bi rêya sîxuran li hemberî pêşengên Kurdan, kuştina plankirî xistiye dewrê.

Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî berî niha li hember şaneyeke sîxuriyê, operasyonek pêk anîbû û sîxurê bi navê S. O yê 55 girt.

Ev sîxur mikur hatibû ku wan amadekariya kuştina Salih Muslim û Aldar Xelîl dikir.

Sîxur S. O berî ku bibe endamê MÎT’ê, weke ajokerekî Asayîşê kar dikir.

Sîxur diyar dike ku ew di dema êrîşên li dijî Serê Kaniyê de, bi rêya kesê bi navê Ebû U. bûye sîxur û dibêje:

“Ebû U. bazirganiya cigareyên qaçax û karê kirîn û firotina erebeyan dike.

Wî bi xwe ti tişt ji me nexwest. Piştî demekê Ebû U. bi rêya telefonê kesekî bi navê Ebu A. bi min da naskirin.

Ebû A ji min re telefonek şand û bi rêya wê, perwerdeya sîxuriyê da min.

Ji min cihê koordîneyên saziyên Rêveberiya Xweser û baregehên QSD’ê xwest.

Piştî demekê jî ji min xwest ku der barê Aldar Xelîl û Salih Mislim de agahiyan kom bikim û wan bikujim.”

Lê Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî bi operasyoneke taybet, rê li ber vê plana qirêj a dewleta Tirk girt.

Planên MÎT’ê yên li hember siyasetmedarên Kurd, ne tiştekî nû ne.

Berî niha bi destê nokerên xwecihî, MÎT’a Tirk sala 2013’an li Parîsê Sakîne Cansiz, li Şengalê Mam Zekî, li Herêmên Parastinê yên Medyayê Diyar Xerîb, Qasim Engin, Leyla Wan û herî dawî jî li Rojava gelek rêveber û serokeşîrên Ereb kuştin.

Back to top button