DYA: Tirkiyê gelek tişt winda kir û wê hê jî winda bike

Hat ragihandin beriya demekê dewleta Tirk sîstema parastina hewayî S-400 ku ji Rûsyayê kirrîbû ceribandiye. Li ser vê yekê Balyoza Emerîkî ya NATO’yê Kay Bailey Hutchison nerazîbûn nîşan da û diyar kir ji ber vê yekê Tirkiyê gelek tişt winda kir û wê hê jî winda bike.

Balyoza Emerîkayê yê NATO’yê Kay Bailey Hutchison têkildarî ceribandina S-400 a Tirkiyê ku ji Rûsyayê kirrîbû nirxandinên tund kir.

Balyoza Emerîkî yê NATO’yê Hutchison ji ber kirrîna S-400 axivî û diyar kir ku wê Tirkiyeêgelek tişt winda kir û wê hê jî winda bike.

Li gorî nûçeya DW’yê Hutchison têkildarî S-400 î ku Tirkiyê ceribandiye diyar kir ku ev pêşketinek qet nebaşe û da zanîn NATO ji sala 2017’an de ji bo ku Tirkiyê ji vê yekê dûr bixe gelek hewldan kir.

Hutchison got, “Me weke NATO ji bo ku em Tirkiyê ji kirrîna sîstema parastina fuzeyan a Rûsyayê ku em weke dijmin dîbinin, jê vegerînin tişta ji destê me hat me kir. Ji Rûsyayê kirrîna sîstema parastinê ya fuzeyan û xistina nava îtifaqa NATO’yê xeta sor e.”

Balyozê Emerîkî yê NATO’yê bibîrxist ku ji ber kirrîna S-400 wan Tirkiye ji bernameya F-35’an derxistiye û îşaret pê kir ku encamên ku wê Tirkiye pê re rû bi rû bimîne bi van sînordar nemîne.

Hutchison diyar kir Tirkiye ji bo bibe xwedî sîstema parastinê ya hewayî a Rûs gelek tişt feda kir û da zanîn teklîfa gelek sîstemên parastinê li Tirkiyê hatine kirin lê tevî vê jî Tirkiyê S-400 kirrîn.

Derbarê mijarê de Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar daxuyaniyek da û da zanîn di çarçoveya her bernameyeke amadekariyên parastinê de ceribandin û kontrolên sîstemê cih digirin. Akar idia kir, li gorî pêdiviyan ew dikarin sîstemên alternatîf yên mîna Patriot û SAMP-T jî bigirin.

Back to top button