Îro şandeyeke Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî serdana kampa Serê Kaniyê kir û guhdarî daxwazên jinên koçber kir.
Serdan bi armanca şopandina rewşa koçberan û guhdarkirina daxwazên wan pêk hat.
Di serdanê de şande bi rêveberiya kampa Serê Kaniyê re civiya û behsa rewşa koçberan û zehmetiyên wan, kir.
Piştre şande di nava kampê de geriya, serdana gelek malbatan kir û daxwazên wan guhdar kirin.
Seroka Desteya Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûrî Cîhan Xidir destnîşan kir ku ew piştgiriya tevahiya koçberan dikin.
Cîhan Xidir bang li tevahiya hêzên demokratîk û hikumeta Şamê kir ku li ser maseya diyalogê rûnin û aloziya Sûriyê bi dawî bikin.