Heyder El-Ebadî: Peymana li ser Şengalê pirsgirêkê çareser nake

Serokwezîrê Iraqê yê berê û serokê îtîlafa Nesir, Heyder El-Ebadî peymana li ser Şengalê red kir û da zanîn ku ev peyman pirsgirêkê çareser nake.

Heyder El-Ebadî bi daxuyaniyekê li dijî peymana şengalê derket û got:

“Em ne bi siyaseta hikûmetê ya derbarê Şengalê re ne.

Ji ber di vê peymanê de, nezalaliyek û veşartina rastiyan heye. Peymanên bi vê rengê pirsgirêkan çareser nakin.”

Ebadî diyar kir ku divê destûreke nû ya mafê hemû pêkhate û olan diparêze, esas were girtin.

Heyder El-Ebadî da zanîn ku ew ne dijminê Kurda ne, ew ê piştgirî bidin têkoşîna wan.

Ebadî bang li aliyên berpirsiyar kir ku yekalî tev negerin û berjewendiyên gel esas bigirin.

Back to top button