Rêveberiya Xweser: Rûsya û Amerîka jî berpirsyar in

Rêveberiya Xewser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar kir û Amerîka û Rûsya jî tawanbar kir. Rêvberiyê bang li van herdu welatan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û bi erka xwe rabin.

Rêveberiya Xewser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê, êrîşên dewleta Tirk li ser Eyn Îsayê şermezar kir, ku ev êrîş tevî bangewaziyên navneteweyî yên rawestandina hemû êrîşên leşkerî li cîhanê bêk tên.

Li gorî Rêveberiya Xweser, ev yek bi lihevkirina Amerîka û Tirkiyê ji aliyekî û Rûsya û Tirkiyê ji aliyekî din ve, pêk tên.

Rêveberiya Xweser piştrast kir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de sivîlan dike armanc û di encamê de, gelek sivîl, di nav de jin û zarok, bûne qurban.

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de, bang li aliyên çavdêr û di sêrî de Rûsya û Amerîkayê kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Rêveberiyê her wiha bang li NY, saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan jî kir ku bi rola xwe rabin û rê nedin sûcên dewleta Tirk.

Back to top button