Senatorekeî Amerîkî desthilatdariya Erdogan bi binpêkirina mafên Kurdan li Sûriyê tawanbar kir..
Senatorê Amerîkî Chuck Schumer li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku:
Tirkiye binpêkirinên mirovî li Sûriyê der heqê Kurdan de pêk tîne, her wiha şer di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de jî gur dike.
Têkildarî binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî mafên mirovan, min dengdayînek pêşniyar kiriye..
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, dewleta Tirk demografiya herêmên dagirkirî diguherîne û hema rojane bi dehan Kurd direvîne, dikuje û êşkence dike.
Jixwe di şerê li Qerebaxê de jî, dewleta Tirk ji her aliyî de bi şandina çeteyan tê tawanbarkirin û heta niha zêdeyî 2 hezar çete şandine Azerbeycanê.