Remziye Mihemed: Dema pergala hevserokatiyê rabe, demokrasî namîne

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed hewldanên ENKS’ê yên rakirina pergala hevserokatiyê red kir û da zanîn, ev yek rêxistina jinê dike armanc, ji ber dema pergala hevserokatiyê were rakirin, tu tiştê bi navê demokrasiyê namîne.

Li dever û welatên bi demokrasiyê bang dikin, divê jin para xwe ji her tiştî mîna ya mêr bigire, heya niha li gelek welatan, di nav de yên qaşo bi navê demokrasiyê bang dikin, jin cihê xwe weke mêr nagire, taybet di warê siyasî de.

Di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî de, îro roj jin û mêr di her qadên jiyanê de mîna hev cih digirin, lê hin alî hewl didin vê pergalê ji holê rakin.

Tevî hemû hewldanên Yekîtiyê jî, ENKS’ê daxwaza rakirina pergala hevserokatî, bidawîkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî û vegerandina metryalên hikumeta Şamê dike.

ENKS’ê bi vê daxwaza xwe, hewl dide destkeftiyên ku hatine bidestxistin, tune bike.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed, xwestekên ENKS’ê yên rakirina pergala hevserokatiyê red kir û da zanîn ku pergala hevserokatiyê, ew e ku herdu alî jin û mêr di tevahî biryaran de beşdar bin.

Remziye Mihemed eşkere kir ku êdî pergala hevserokatiyê modela herî serkeftî ya projeya rêveberiyê di cîhanê de ye.

Back to top button