Şandeya Şengalê: Partiyên Şîa û Sûniyan piştgiriyê nadin peymanê

Serokê Şandeya Şengalê Qasim Xelef têkildarî encamên hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, diyar kir ku Şîa û Sûniyên li Iraqê piştgiriyê nadin peymana li ser Şengalê. Xelef anî ziman ku parlamena Îraqî jî li dijî vê peymanê ye.

Ji bo peymana li ser Şengalê, serê hefteyekê, nûnerên Şengalê li Bexdayê di nava dîplomasiyeke de bûn û duh şande zivirîn Şengalê.

Serokê Şandeyê Qasim Xelef der barê armanca serdan û gotûbêjên wan ên li Bexdayê de, ji ajansa Firatê re axivî.

Xelef diyar kir ku ew bi Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê, Cîgirê Serokwezîr, Partiyên Şîa-Sine yên Iraqê û Fermandariyayê Giştî yê Artêşa Iraqê re civiyane.

Qasim Xelef dibêje wan ji aliyên navborî re ragihandiye ku ew ê vê peymanê qebûl nekin.

Serokê Şandeya Şengalê bal kişand ser civînên bi partiyên Şîa û Sûnî yên Iraqê re û anî ziman ku agahiya wan ji vê peymanê nîne û piştgiriya peymaneke wiha nakin.

Şandeya Şengalê: Parlamena Iraqê peymanê red dike

Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê Hesen Keabî de jî, diyar kir ku agahiya wan ji peymanê tune ye û ew weke dezgeha herî mezin a zagonsaziyê, vê peymanê qebûl nakin.

Artêşa Iraqê: Biryar, biryara gel e

Di rûniştina şandeya Şengalê de, ya bi Fermandariya Giştî yê Artêşa Iraqê re, Xelef vekişîna wan û PDK şermezar kir û ji wan re got, ku di dema êrîşa DAIŞ’ê de herdu aliyan xwe ji pişta wan da alî, ji lew re civaka Êzidî bi hêza xwe, wê xwe biparêze.

Li gorî Xelef, Fermandarê Artêşa Iraqê jî ji wan re diyar kiriye ku ew ê ti peyman bêyî biryara gel nekeve meryetê û biryar biryara gel e.

Serokê Şandeya Şengalê Qasim Xelef ragihand ku “Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê-YNK’ê jî, weke partiyeke sereke ya hikumeta Başûrê Kurdistanê ji piştgiriya vê peymanê nake.

Back to top button