Tirkiye dema lêgerîna keştiya xwe Orûç Reis ya lêgerînê dirêj dike

Li Rojhilatê Deryaya Spî, dewleta Tirk, dema karê keştiya xwe Orûç Reis ya lêgerînê, heta 27’ê Cotmehê dirêj kir û encamnameya lûtkeya sê-alî ya di navbera Misir, Qibris û Yûnansitanê de red kir. NATO jî banga rêzgirtina qanûnên navdewletî li Tirkiye û Yûnanistanê kir.

Dewleta Tirk, dema karê keştiya xwe Oruç Reîs ya lêgerîna li xazê li nêzî peravên Yûnanistanê dirêj kir.

Biryar bû karê keştiyê duh bi dawî bûbûya, lê Enqere karê wê heta 27’ê Cotmehê dirêj kir.

Tirkiyê, encamnameya lûtkeya Nîqosyayê red kir

Di heman demê de, Tirkiye, encamnameya lûtkeya Serokkomarê Misir, Qibris û Yûnanistanê, ya li Nîqosyayê red kir.

Di lûtkeya li paytexta Qibrisê de, serkirdeyên hersê welatan teqezî li ser rûbirûbûna arandin û tevgerên ne rewa yên dewleta Tirk li rojhilatê Deryaya Spî kiribû.

Lê weke her car tirkiyê li dijî vê yekê derket û li ser zimanê Wezareta xwe ya Derve ragihand ku ew naveroka daxuyaniya lûtkeya Nîqosyayê red dikin û ti rastiya tawanên li dijî Tirkiyê tune ye.

NATO banga çareserkirina aloziyê li gorî qanûna navdewletî dike

Ji aliyê xwe ve, NATO’yê, zêdebûna tengejînan di navbera Yûnanistan û Tirkiye li rojhilatê Deryaya Spî şermezar kir û bang li herdu welatan kir ku rêzê ji qanûna navdewletî bigirin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg got:

Hemû endam di wê baweriyê de ne ku divê ev alozî li gorî qanûna navdewletî çareser bibe û divê dûrî daxuyanî û tevgerên ku aloziyê kûrtir dikin, bikevin.

Yûnanistan, Tirkiye bi binpêkirina qanûna deryayî tewanbar dike û daxwaza cezakirina wê ji YE dike, dewleta Tirk jî tevgera xwe ya deryayî bi ya rewa bi nav dike.

Tê zanîn jî ku herdu welatên endamên NATO’yê, ji bo pêşîgirtina li derketina bûyerên deryayî û asmanî, li ser avakirina xeteke yekser di navbera xwe de, li hev kiribû.

Back to top button