Partiya Çep a Almanî, raporên CPT xist rojeva Meclisa Alman a Federal, ku CPT tecrîdkirina Rêber Ocalan qebûl dike.
Partiya Çep a Alman bi pêşnûme-pirsekê, mijara tecrîda li ser Ocalan, xist rojeva Meclisa Alman a Federal.
Partiyê bal kişand ser biryara CPT ku dibêje “Tecrîd li Îmraliyê mayînde bûye” û ji Angela Merkel pirsî, ku ew derberê van daxuyaniyan de çi difikire?
Di pêşnûme-pirsê de, bi taybetî îşaret bi astengkirina serdanên malbat û parêzeran bo Îmraliyê hat kirin û ev pirs hat kirin:
“Di hevdîtinên we yên bi nûnerên hikumeta Tirk re, mercên girtîgeha Îmraliyê tên rojevê?”
Di pêşnûme-pirsê de, rapora CPT ya 5’ê Tebaxa 2020’an jî hat bicihkirin.
Li gorî agahiyan, rayedarên hikumeta Merkel, wê hefteya bê bi nivîskî yan jî devkî, bersivê bidin pêşnûme-pirsa Partiya Çep.