Firokeyeke leşkerî ya Tirkî gihîşt baregeha Wetiyayê

Îro Sibehê, firokeyeke leşkerî ya barhilgir a Tirkî, ji Stenbolê, gihîşt baregeha Wetiya ya li başûr rojavayê Terablusa Lîbyayê.

Malpera Flayt Radar a Îtalî diyar kir, ku firoke ji cureya Lukhîd C 130 ye û teqez kir ku ew saet 5 û nîvê sibehê ji balafirgeha Stenbolê derket û berê xwe da baregeha Wetiya.

Jixwe Wetiya ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin û ew veguherandiye baregeheke xwe ya leşkerî.

Tevî hewldanên herêmî û navdewletî ji bo çareserkirina aloziya Lîbî, dewleta Tirk şandina alavên leşkerî, çek û çeteyan bo Lîbyayê dewam dike.

Back to top button