Şandeya jinên Êzdî: Zarokên Êzdî dikarin civaka xwe biparêzin

Şandeya jinên Êzdî a li dijî peynama navbera PKD’ê û Baxdayê, hevdîtinên xwe li Bexdayê didomînin û îro bi parlamenterê Iraqî Ahmet Kinanî re civiya.

Di hevdîtinê de, jinan nerazîbûnên xwe nîşanî vê peymanê da, ku ev tişt nayê qebûlkirin.

Jinan, ev peyman weke dewama fermana 2014’an dît û got:

Divê bê zanîn ku zarokên Êzidî dikarin civaka xwe biparêzin.

Parlementerê Iraqî Ahmet Kinanî jî di hevdîtinê de diyar kir ku daxwazên Êzdiyan di cih de ne, ew ji bo parastina xwe mafdar in. Lewra divê daxwazên Êzdiyan pêk bê.

Şandeya ku ji 15 jinan pêk tê, hevdîtinan pêk tînin, wê di rojên pêş de jî hevdîtinên xwe dewam bikin.

Back to top button