HPG: Li Heftenînê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Artêşa Tirk ya dagirker ku li Heftenînê asê maye ji gerîlayên HPG’ê û YJA Starê derbên giran dixwe û windahiyên mezin dide.
HPG’ê diyar kir hêzên gerîla li devera Girê Dupişka ya Heftanînê li dijî dagirkeran 2 çalakiyên sekvanî pêk anî û di encam de 2 dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li bakur û başûrê Kurdistanê bi çalakiyên mezin derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên Pêngavaa Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir 22’ê cotmehê li dijî leşkerên ku Girê Dupişka yên Herêma Heftanînê bi cih bûbûn 2 çalakiyek sekvanî pêk hat û di encama çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hate kuştin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku 21’ê cotmehê hêzên Îranê devera Boxaza Şehîd Cesûr û Geliyê Marmişo yên navçeya Gever a Colemêrgê topbaran kiriye.

HPG’ê derbarê êrîşên hewayî yên artêşa tirk a dagirker de jî agahî da û got:

“19’ê cothemê dewleta Tirk dagirker bi balafirên şer herêma Heftanînê û herêma Zapê,

21’ê Cotmehê herêma Garê,

21-22’yê Cotmehê herêma Qendîlê û

22’ê cotmehê herêma Amedîyê, Avaşîn û Zapê bombebaran kirin.

HPG’ê diyar kir ji ber bombebaranê şewat li herêmê derket û ziyan gihişte bax û baxçeyên welatiyên li herêmê.

HPG’ê diyar kir ku di van êrîşan de tişket bi hêzên wan nehatiye.

Back to top button