Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê konferansa xwe ya 4. li dar xist

Îro Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo konferansa xwe ya 4`emîn li dar xist

Konferans bi dirûşma “Bi berxwedana ramyarî, em ê şoreşa çandê bi ser bixin” li hola Zanîngeha Rojava li dar ket.

Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûrî, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û Komîteya Wêjeyî ya Rojavayê Kurdistanê li konfiransê amade bûn.

Di konfiransê de rola ku dikeve ser milê rewşenbîran di têkoşîna azadiyê de hate nîqaşkirin.

Her wiha hate diyar kirin ku armanca kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan li her 4 beşên kurdistanê ewe ku gel negihêje azadiya xwe.

Dawiya konferansê, ji bo desteya rêveber 7 kes û ji bo hevserokatiyê jî 2 kes hatin hilbijartin.

Back to top button