Êzîdiyên deverên cûda li dijî peymana Hewlêr-Bexda deklarasyonek hevpar dan

Bi sedan kesayet, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendên Êzidî yên ji deverên cûda bi deklerasyonek hevpar dijî peymanê derketin.

Her wiha li ser heman mijarê bi sedan kesayet, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendên Êzidî yên ji deverên cûda deklerasyonek hevpar belav kirin.

Di deklerasyona hevpar de hate gotin, peymanên ku bê vîna civaka Êzîdî tên îmzekirin nayê qebûlkirin.

Di deklerasyonê de hate gotin ku divê mafê civaka Êzîdî yê mirovî, civakî, welatî, siyasî û aborî bi yeksanî bê parastin û naskirin.

Ji bo çareseriyê jî di deklerasyonê de ev pêşniyar hatiye kirin:

1. Bi armanca misogerkirina çareseriyek yeksan, wekhev, mayinde û bingehîn ji bo siberoja Şengalê, divê pêvajoyek ku rêveberiya niha şengalê weke aliyê sêyem têde be were destpêkirin û naveroka peymanê ji nû ve were nivîsandin.

2. Li dijî qirkirina nijadî, çareserîya ku bibe bersîva herî baş; divê ji bo civaka Êzîdî statûyek li gorî destûra bingehîn a Iraqê bi şêwazekî mayînde, herêmên Şengalê û Nînovayê weke du rêveberîyên xweser yên cuda werin misogerkirin.

3. Mekanîzmeya ewlehiyê û parastinê ya ku wê were avakirin, divê hemû hêzên ku di azadkirina û rizgarkirina Şengalê de ked û tekoşîn dane, bê istisna û bê cudahî têda cih bigrin û bên beşdarkirin.

4. Him ji bo parastina ji sînoran him jî ji bo misogeriya ewlehiya hundirîn, bi tenê ji bo herêma Şengalê, herî kêm divê 10.000 kes tevlî vê mekanîzmayê bibe.

5. Ji aliyê komisyonek hevpar ve, divê kesekî di plansaziya avakirinê de şareza û di xizmetên bajêrvaniyê de xwedî ezmûn û ji aliyê siyasî ve jî serbixwe, ji bo qaymeqamiyê were hilbijartin.

6. Ji bo vegera gel a Şengalê birêve bibe û koordîne bike, divê komisyonek hevpar were damezrandin.

Back to top button