HDP: Rêveberiya Xweser a civaka Êzidî qebûl bikin

HDP’ê jî li ber peymana dagirkirina Şengalê ya PDK, Tirkiye û Iraqê rabû û diyar kir ku ev peyman nenaskirina îradeya gelê Şengalê ye.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe derbarê peymana Şengalê de daxuyaniyek da.

Ebrû Gunay diyar kir ku ev peyman ji bo tunekirina mekanîzmaya xweparastinê ya gelê Şengalê hatiye îmzekirin. Tê xwestin ku gelê Şengalê careke din di nava fermanê de bê hiştin. Ev peyman ku li pişt perdeyê bêyî îradeya gelê Êzidî hate îmzekirin, îradeya gelê Êzidî nas nake û wê bi ser nekeve.

Ebrû Gunay destnîşan kir ku civaka Êzidî dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe û got:

“Îradeya gelê Şengalê nas bikin. Rêveberiya xweser a xelkê Êzidî qebûl bikin. Bi vê peymanê re civaka Êzidî ji nû ve li nava fermanan nehêlin. Ewlehiya Şengalê ewlehiya Silêmaniye û Hewlêrê ye. Bila ev rastî neyê jibîrkirin.”

Back to top button