Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Minbic û Şehbayê topbaran kirin

Artêşa Tirk û çeteyên pê re, êrîş birin ser gundewarê Minbicê. Her wiha artêşa Tirk gundên kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.

Îro di saetên şevê de, artêşa Tirk êrîş birin ser gundê Ewn Dadat ê dikeve bakurê bajarê Minbicê.

Derbarê mijarê de, Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da.

Li gorî Meclisa Leşkerî ya Minbicê leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Ewn Dadat bi çekên giran topbaran kir.

Her wiha artêşa Tirk û çeteyên wê gundên kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.

Li gorî agahiyan gundên Til Medîq, Semoqa û bendava Şehba hatin topbarankirin.

Agahiyên derbarê ziyanên topbaranê de nehatin bidestxistin.

Di heman wexta êrîşa ser gundên Minbicê de, balafireke ku nayê zanîn ên kîjan welatî ne êrîşî gundewarê bajarê Cerablusê ya dagirkirî kir.

Li gorî ajansa Hawarê, balafira nenas sûka firotina madeyên sotemeniyê li gundê Kûsayê bombebaran kir.

Di encama êrîşê de du teqîn li deverê pêk hatin.

Back to top button