Li herêmên hikûmeta Şamê 52 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên Hikûmeta Şamê jî 52 kesên din bi vîrûsê ketin û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 52 kesên din bi nexweşiya coronayê ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê eşkere kir ku 37 kesên din jî baş bûne..

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, heya niha jimara nexweşên Corona li seranserî herêmên hikûmeta Şamê gihaşt 5 hezar û 319 kesî, ji wan hezar û 692 kes baş bûne û 264 kes jî mirine.

Back to top button