Danûstandinên Lîbî li ser agirbesteke mayînde hat lihevkirin

Piştî 5 rojên danûstandinên aliyên Lîbî li Cinêvê, agirbesteke mayînde hat ragihandin. Tê de jî divê çeteyên dewleta Tirk di nava 90 rojî de ji Lîbyayê vekişin. Vê gavê hişt hêrsa dewleta Tirk ku aliyekî sereke yê şer e û hikumeta Wîfaqê bi rê ve dibe, bilind bibe û gefan bixwe. Erdogan bi zimanekî tûj eşkere kir ku ew ê nehêlin ev agirbest bigihêje serî.

Agirbesteke mayînde li Lîbyayê hat îmzekirin, lê heya çi radeyê dê karibe li ber xwe bide!! Nemaze ku gefên nû ji hêla aliyekî sereke yê şer mîna Tirkiyê, careke din hatin xwarin..

Piştî 5 rojên danûstandinan li Cinêvê, aliyên Lîbî karîbûn bigihêjin lihevkirinekê û agirbestekê bi serperiştiya NY îmze bikin.

Ev gav bi ya dîrokî hat binavkirin, ji ber gelek aliyên navdewletî û herêmî destê xwe di aloziya Lîbî de hebûn û her tim li pêş çareseriyê dibûn asteng..

Li gorî Şandeya NY ji bo Lîbyayê, gelek zehmetî ji bo vê lihevkirinê hatine kişandin.

Ji encamên lihevkirinê jî, derxistina çeteyan ji Lîbyayê di nava 90 rojî de û vegera berhemdayîna petrolê di demeke nêz de, bûn.

Her wekî dê hemû yekîneyên leşkerî û komên çekdar ên li eniyan, bizivirin leşkergehên xwe.

Gelek welat û aliyan, piştgirî da vê lihevkirinê, hikumeta Wîfaqê ya ku dewleta Tirk wê bi rê ve dibe jî, kêfxweşiya xwe bi vê lihevkirinê anî ziman.

Lê diyar e, ev tişt li gorî dilê Erdogan naçe, ji lew re dest bi valaderxistina agirbestê kir.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan gef xwar û got ku ti ewlehiya vê lihevkirinê nîne û em ê bibînin bê heya çi radeyê, ev agirbest dê mayînde bimîne.”

Ji vî zimanê gefê xuya ye ku dibe ev agirbest jî mîna yên din, tenê li ser xakezan bimîne.

Nexasim ku tim û tim artêşa niştimanî ya Lîbyayê, çareseriya aloziya welat bi vekişîna Tirkiyê û çeteyên wê û ne bi agirbestê ve girêdide.

Ji 2011an ve, an jî piştî kuştina serokê wê yê berê Muemer el-Qezafî, Lîbya di nava pençên şer de dinale û heta niha şerê desthilatdariyê di navbera hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî û Artêşa Niştimanî ya Lîbî de li dar e.

Back to top button