Hefteya duyamîn a çalakiyên rûniştinê ya li pêşiya Konseya Ewropayê, bo azadiya Rêber Ocalan, bi dawî bû.
Çalakiya hefteya duyemîn, ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatibû girtin û tê de êrîş û sûcên dewleta Tirk li dijî jinan û tecrîda Rêber Ocalan hatin şermezarkirin.
Tê payîn, hefteya sêyemîn û ya dawî, wê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ ji aliyê eternasyonalîst û Tevgera Ciwanên Kurd ên Ewropayê, were girtin.
Li Stûttgarta Almanyayê çalakî hatin lidarxistin
Li Stûttgartê ya Almanyayê jî, rêxistinên Kurd û Tirkî yên çepgir li dijî tecrîd û faşîzmê çalakî pêk anîn.
Di çalakiyê de, daxuyanî hatin xwendin û teqezî li ser berdewamkirina têkoşînê hat kirin.