13 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û NATO piştgiriya xwe bo Iraqê zêde dike

Li Iraqê, 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û NATO jî planên xwe li Iraqê berfirehtir dike.

Dezgeha Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê ragihand ku duh 10 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Nînewayê hatin girtin.

Her wiha li bakurê Iraqê jî, di encamê operasoyneke asmanî de, 3 çeteyên din yên DAIŞ’ê hatin girtin.

NATO jî duh piştrast kir ku ew ê planên xwe yên leşkerî li Iraqê firehtir bikin, da çeteyên DAIŞ’ê careke din zindî nebin.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg teqez kir, ew ê piştgiriya xwe bo Iraqê zêde bikin.

Back to top button