Faris Herbo: Divê gelê Êzidî ji bidestxistina mafên xwe danekevin

Berdevkê şandeya Şengalê Faris Herbo da xuyakirin ku peymana PDK-Bexda û Tirkiyê bi serpereştiya gelek welatên hegemon pêk hatiye. Ragihandina PDK’ê jî jê re bangeşeyê dike. Faris Herbo bang li Êzîdiyan kir ku li hember vî şerê taybet ê ragihandinê hişyar bin û ji bidestxistina mafên xwe danekevin.

Berdevkê şandeya Şengalê Faris Herbo ku li Bexdayê digel rayedaran hevdîtinan der barê Peymana îmzekirî de dikin, axivî.

Faris Herbo da xuyakirin; yên ku ev peyman îmze kiriye, nûnertiya civaka Êzidî nakin û PDK û Iraq bêrêzî li gelê Êzidî, cangor û qurbanên ferman û qirkirinê kirin.

Berdevkê şandeya Şengalê da zanîn ku peyman, bi sponseriya NY, Amerîka û Fransayê pêk hatiye.

Ji ber ku Şengal ji aliyê jeo-stratejîk û jeo-polîtîk ve herêmeke girîng bo Iraq û cîhanê ye û planên bi vî awayî ji bo xeta sêyem li herêmê pêş nekeve û xurt nebe, tên kirin.

Faris Herbo destnîşan kir ku, ti kes nikare li ser xwîna gel û destkeftiyan, peymanan îmze bike.

Herbo her wiha da zanîn ku niha danûstandinên wan digel hikûmeta Bexdayê hene.

Herbo bal kişand ser ragihandina PDK jî ku şerekî taybet dimeşîne û divê civaka Êzidî hişyar be.

Berdevkê şandeya Şengalê Faris Herbo di dawiyê de bang li civaka Êzidî kir ku bi van bangeşeyên reş nexapin û ji bidestxistina mafên xwe danekevin.

Back to top button