SOHR: Balafirên Rûsî gundê Kûsa bombebaran kir, 3 kes hatin kuştin

Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku Rûsya gundên Cerablusa dagirkirî bombebaran kir, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku baregeha Himêmîm a Rûsî bi mûşekan, bazara firotina madeyên sotemeniyê, li gundê Kûsayê yê Cerablusê bombebaran kir.

Di encama êrîşê de, 2 teqîn li deverê pêk hatin û li wir 3 kes hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

Hemwextî vê êrîşê jî, Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku duh di saetên êvarî de dewleta Tirk êrîşî gundewarên Minbic kir.

Back to top button