Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad a 5. bi hilbijartina hevserokan û 17 endamên meclisa giştî yên yekîtiyê bi dawî bû.
Kongre duh li bajarê Qamişlo bi slogana “Ragihandina pîşedar mîsogeriya guhertina ber bi çavkiyê ve ye kongreya xwe ya ” 5. li dar xist.
Tê de, rapora 2 salan a xebatên yekîtiyê hat nirxandin û ji bo pêşxistina rewşa ragihandinê, pêşniyar hatin kirin.
Her wiha rêziknameya yekîtiyê hat xwendin û li ser hin xalên wê nîqaş hatin kirin û hin guhertin hatin çêkirin.
Di dawiyê de hilbijartin pêk hatin û Evîn Yûsif û Bengîn Seydo cara duyemîn weke hevserokên YRA’yê hatin erkdarkirin.
17 kes jî ji bo meclisa giştî ya YRA’yê hatin hilbijartin.