Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsa, gundên Girê Spî û sûcên li herêmên dagirkirî pêk tîne, daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi beşdariya Endam û Rêveberiya Yekitiya Rewşenbîran li pêşiya Navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido, hat dayîn.
Di daxuyaniyê de, êrîş bi tundî hatin şermezar kirin û hate diyarkirin ku tevî hemû lihevkirin ku hatine îmza kirin lê dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe bi awayekî rojana berdewam dike.
Di encama êrîşan de jî, sivîl dibin qurban.
Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê ya herêma Firatê di dawiya daxuyaniyê de bang li Rûsyayê û Amerîkayê, rêxistinên mafên mirovan û NY kirin ku li hemberî van êrîşan bi erka xwe rabin.