Li Rojavayê Eyn Îsayê erebeyeke hêzên dagirkeran ku hewl da derbasî navçeyê bibe, hat teqandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, bi erebeyekê hewl dan derbasî gundê Xalidiyê yê li ser rêya M4 a rojavayê Eyn Îsayê bibin.
Lê Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldana hêzên dagirker têk bir û erebeyeke wan teqandin.
Derbarê kuştî û birîndarên dagirkeran de ti agahî nehatin bidestxistin.
Duh jî dewleta Tirk gundewarên Minbicê û Şehbayê topbaran kirin.
SOHR: Balafirên Rûs gundê Kûsa bombebaran kir, 3 kes hatin kuştin
Li aliyê din jî duh şev balafiran êrîşî Cerablûsa di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de kirin.
Çavdêriya Sûriyê ragihand ku Rûsyayê gundên Cerablusa dagirkirî bombebaran kirin, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.