Mithat Sancar: Em tifaqa xwe mayînde dikin

Li Bakûrê Kurdistanê 8 partiyên Kurd ên ku ji bo hilbijartinên 2019’an Tifaqa Kurdistanî ava kiribû, li Amedê ji bo mayîndekirina yekîtiyê civiyan.
Piştî civînê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da zanîn ku wan biryara mayîndekirina tifaqê girtiye û wê xebatên wan berdewam bikin.
Serokê Giştî yê PDK-T Mihemed Emîn Kardaş jî balkişand li ser girîngiya yekîtiya kurd û diyarkir ku ew hêza xwe ji hewildanên yekîtiyê yên li Rojava digrin.

Li dijî siyaseta kuştin, êrîş, girtin, zext û binçavkirinan ku desthilatdariya AKP-MHP li Bakûrê Kurdistanê dimeşîne, 8 partiyên Kurd ên Bakûr ku ji bo hilbijartinên 2019’an Tifaqa Kurdistanî ava kiribû, vê carê ji bo yekîtiya xwe mayînde bikin li Amedê civiyan.

Civîn ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.

Piştî civînê Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar û nûnerên partiyên kurd derketin pêşberî kamerayan û daxuyanî dan çapemeniyê.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar diyarkir ku ew bi rojeva yekîtiya netewî ya kurd civiyane û got:

“Kurd di bin gefên mezin de ne, yekîtî ji bo kurdan gelek girîng e.

HDP ji bo vê mijarê tişta bikeve ser milê wê bi biryardarî bike.

Me ev biryar di reng û çavê partiyên Tifaqa Kurdistanî de jî dît û ev yek cihê kêfxweşiyê ye.

Ev tifaqa me di heman demê de ji bo demokratîkkirina Tirkiyê xwedî potansiyel e.”

‘Em hêzê ji rojavayê Kurdistanê digirin’

Serokê Giştî yê PDK-Tirkiye Mihemed Emîn Kardaş jî balkişand li ser girîngiya yekîtiya kurd û diyarkir ku ew hêza xwe ji hewildanên yekîtiyê yên li Rojava digrin.

Mihemed Emîn Kardaş diyarkir ku dinya alem dibêje ku kurd nikarin siyaseta hevpar avabikin, nikarin bibin yek lê wan vê hişmendiyê şikandiye û rêya yekîtiyê di partiyên bakur de avabûye.

Serokê PDK-Tirkiye bang li 3 partiyên ku derveyî vê tifaqê mane kir ku beşdarî xebatên yekîtiyê bibin.

Serokê PDK-Tirkiye Mihemed Emîn Kardaş diyarkir ku hêza xwe ji Rojavayê Kurdistanê digrin, ew piştgiriyê didin hevdîtinên PYNK û ENKS, divê ev hewildanên yekîtiya biçe serî.

Back to top button